Narîn - Şivan Perwer

Narîn - Şivan Perwer

Альбом
Zembilfiroş
Год
2016
Язык
`İtalyan`
Длительность
431980

Şarkının sözleri aşağıdadır Narîn , sanatçı - Şivan Perwer çeviriyle birlikte

" Narîn " şarkısının sözleri

Çevirili orijinal metin

Narîn

Şivan Perwer

Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê

Ezê tu emelê dunyayê nakim

Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim

Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim

Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim

Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana

Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn

Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb

Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne

Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn

2 milyondan fazla şarkı sözü

Farklı dillerde şarkılar

Çeviriler

Tüm dillere yüksek kaliteli çeviriler

Hızlı arama

İhtiyacınız olan metinleri saniyeler içinde bulun